Di mijara rêvebirina Tengava Hurmizê de, Amerîka û Îran di polîtîkayên xwe de israr dikin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser platforma X`ê ragihand ku wan 94 keştîyên bazirganiyê li Tengava Hurmizê ji rê derxistine.
Her wiha Fermandariyê da zanîn ku wan çar keştîyên din jî bê çalak kirine.
Ji 13`ê Nîsanê ve, dorpêç li ser benderên Îranê ji aliyê hêzên deryayî yên Amerîkayê ve berdewam dike.
Rubio: Nîşanên baş derbarê agirbesta bi Îranê re hene
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got ku "nîşanên baş" derbarê agirbesta bi Îranê re hene.
Marco Rubio tekez kir ku di rojên pêş de wê rêça bûyeran eşkere bikin.
Rubio ji rojnamevanan re got ku serokê Amerîkayê Donald Trump hîn jî tercîh dike ku bi Îranê re lihevkirinekê bike.
Di heman demê de Wezîrê Derve tekez kir ku vebijêrka leşkerî li ser maseyê dimîne.
Her wiha Marco Rubio hêviya xwe anî ziman ku navbeynkariya Pakistanê wê bibe sedema lihevkirinekê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de ji bo bidawîanîna şer.
Rubio tekez kir ku sepandina bacê li Tengava Hurmizê wê rêkeftina bi Îranê re gengaz neke.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê wiha got:
"Kes li cîhanê piştgiriyê nade Îranê ku li Tengava Hurmizê bacê bisepîne."