Wezîrê Tenduristiyê Heysem Îbrahîm got ku êrîşên hovane yên li ser navendên tenduristiyê sûcên li dijî mirovahiyê ne.
Misir plana parçekirina Sûdanê red kir
Her wiha Wezîrê Derve yê Misrê Bedir Ebdulatî îro plana parçekirina Sûdanê red kir.
Bedir Ebdulatî tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi daxuyaniya çaralî û girîngiya zû gihîştina agirbestek mirovî ya bibandor kir.
Ev yek di demekê de tê ku krîza li herêma Darfûr a Sûdanê zêde dibe.
Li gorî raporên ku hatine belavkirin li El Faşerê di nav du rojan de nêzîkî 2 hezar kes ji aliyê Hêzên Piştgiriya Bilez ve hatine kuştin.