Komisyon li Hakan Fîdan û Yilmaz Tunç guhdarî kir

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, di civîna xwe ya îro de li Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç guhdar dike. Serokê Komîsyona Meclisê Numan Kurtulmuş jî, beriya civînê got: “Komîsyon ber bi dawîbûna amadekariya raporê ve diçe."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê hatiye avakirin, îro di civîna xwe ya 16’emîn de li Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan guhdar kir.

Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan di civîna ku ji ragihandinê re girtî de bi qasî sê seatan pêşkeşîyekî kir.

Piştî pêşkeşiya Fîdan, wê komîsyon guhdarê Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç kir.

Di heman çarçoveyê de, Serokê Komîsyona Meclisê Numan Kurtulmuş, beriya civînê da zanîn ku Komîsyon ber bi dawîbûna amadekariya raporê ve diçe û got:

'Komisyon ber bi dawîbûna amadekariya raporê ve diçe'

“Komîsyonê ji bo guhertinên zagonî dê çarçoveyeke giştî amade bike û pêşkêşî meclisê bike."

Her wiha, Kurtulmuş li ser rêziknameyên qanûnî axivî, tekez kir ku biryarên ji Îmraliyê derdikevin sînorekî girîng derbas dikin û wiha pê de çû:

"Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê dê rêziknameyên qanûnî bicîh bîne."

Berê jî civîna destpêkê ku MÎT û wezaret beşdar bûne, bi awayek girtî hate meşandin.

Piştî axaftina xwe, Kurtulmuş li ser civîna ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç pêşkêş kirin, deng da.

 Di encama dengdanê de civîn ji bo çapemeniyê girtî ma.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye