Bi boneya cejna Newrozê li pakrewangeha şehîdan a qamişlo mûm hatin vêxistin

Bi boneya cejna Newrozê gelê Qamîşlo serdana pekrewangeha şehîda Delîl Saroxan a li bajêr kirin û li ber gorên şehîdan mûm vêxistin.

reset font size increase font size

Li pekrewangehê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û gel ve li ber gorên şehîdan mûm hatin vêxistin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û behsa bibîranîna şehîdan di boneyên neteweyî de kir.

Di dawiyê de agirê Newrozê li pêş pakrewangeha şehîd Delîl Saroxan hat vêxistin.

Li qamîşlo cejna newrozê îro tê pîrozkirin

Her wiha ji ber rewşa hewayê cejna newrozê ku wê di 21`ê adarê de li bajarê Qamîşlo bihata li darxistin taloqî îro hat kirin.

Wê îro di saet 11:00`an de li Qamişlo newroz bê pîrozkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye