Li Efrînê niştecihekî ji Idlibê êrîşî ser ciwanekî Kurd kir

Li gundewarê Efrînê bi guleya niştecihekî ji herêma Ebû Zihûr a Idlibê, ciwanekî Kurd birîndar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gîvara Hesen ê ji gundê Cûqê yê girêdayî Efrînê, bi guleyên niştecihekî ji herêma Ebû Zihûr a Idlibê birîndar bû . 

Hat ragihandin ku kesê niştecih, pere bi deyn ji Gîvara Hesen xwestiye, lê dema wî pere neda, yê niştecih guleyek li lingê Gîvara da û ew birîndar kir û di dema ku Gîvara rakirin nexweşxaneyê yê niştecih reviya. 

Navenda bajarê Efrînê û bajarok û gundên girêdayê wê, di 18`ê adar 2018`an de ket bin destê Artêşa Dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayê wê û ji wê demê heya niha Efrîn dagirkirî ye û roj bi roj, binpêkirin di derheqê xelkê herêmê de têne kirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye