Navenda ragihandinê ya Hêzên Ewlekariyê eşkere kir ku roja Înê saet 2:00 nîvro, çekdaran bi motorsîkletê li bajarokê Hewayic Dîban yê gundewarê Dêrazorê êrişî bendeke kontrolê kirin.
Li gorî daxuyaniyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser bersiva êrişê dane, bê ku zirar bigihên endamên Ewlekariyê êrişkar neçar man ku birevin .
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku ev hewildanên tirsonek wê nehêle ew dev ji karên xwe berdin û ew ê her berpirsiyara xwe ya ewlehî û aramiyê pêk bînin.