Di 16`ê cotmehê de çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşî benda kontrolê ya hevbeş a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ya li çerxerêya Şîhan ya taxa Eşrefiyê ya Helebê kir.
Di encamê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi giranî birîndar bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê êrîş şermezar kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir û tekez kir ku ev êriş li dijî hewldanên mayîndekirina aramî û ewlekariya heremê ye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku ew pêbendî parastina sivîlan û ewlehiya giştî ne û aliyên berpirsiyar ên vê êrişê ji aliyê yasayî û exlaqî ve ji encaman bi tevahî berpirsiyar in.
Li gorî agahiyan Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê bi ser taxa Eşrefiyê ya Helebê de nuqteyeke leşkerî ava kir.