Li kantona Firatê operasyona ewlehiyê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi beşdariya QSDˊê li kantona Firatê operasyoneke ewlehiyê ya hevbeş li dar xist. Bi vê operasyonê 21 kesên destên wan di kiryarên sûcê, bikaranîna hişbirê, firotina hişbirê de hene û kesên tên xwestin hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Vê sibê li Kantona Firatê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`operasoyonek li dar xist.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku ji bo parastina ewlehî, aramiyê û  têkoşîna li dijî sûcan bi hemû şêweyên wê ve ev operasyon hate li dar xistin.

Hade diyarkirin ku  Operasyon li kantona Firatê li bajarokê El Şiyûx û gundên El Qube û El Cadê pêk hatiye.

Di operasyonê de 21 kes hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn  hurguliyên operasoynê wiha vedibêje:

Ev operasyona bi hevrêziya Dozgeriya Giştî, hêzek ewlehiyê ya hevbeş ji beşên ewlehiyê yên cûrbecûr, ligel Hêzên Operasyonan û Hêzên Taybet ên HATˊê, bi beşdariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hate kirin.

Di dema operesyonê de, hêzên me karîn 21 kesên ji aliyê edaletê ve tên xwestin bigirin.

Di operasyonên lêgerîn û paqijkirinê de, ev tişt hatin bidestxwistin:

Fermandariyê diyar kir ku ev operesyon di çarçoveya erkên wan yên neteweyî de yê li dijî hemû kesên ku ewlehî û aramiya civakê tehdîd dikin de pêk hat.

Dawiyê, Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn soza da ku ew ê ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê bi erkên xwe rabin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye