Li Başûrê Kurdistanê zêdeyî mehekê ye pirsgirêka benzînê heye

Zêdeyî mehekê ye li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka kêmbûna benzînê û bilindbûna bihayê wê heye. Bihayê lîtreyek benzîna normal a bazirganiyê 1,600 dînar e. Welatî ji bo benzîna hikûmetê bigrin divê zêdeyî pênc caran di dorê de bimînin. Her wiha, ji bo çareserkirina pirsgirêka benzînê, parlamenterên Kurd li Parlamentoya Îraqê di nav xwe de bûne du perçe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Başûrê Kurdistanê krîza benzînê berdewam e û fraksiyonên Kurd jî li Parlamentoya Îraqê li ser du aliyan parçe bûne.

Her aliyek daxwaziyeke wê ji Hikûmeta Îraqê heye.

Roj bi roj bihayê benzînê li stasyonên benzînê yên Başûrê Kurdistanê bilindtir dibe.

Berpirsên hikûmetê sedema vê krîzê vedigerînin kêmbûna rêjeya petrola xav, ku rojane 50 hezar bermîl e.

Di heman demê de, beşek ji parlamenterên Kurd li Parlamentoya Îraqê nivîsareke fermî, bi piştgiriya îmzeyên zêdeyî 166 parlamenteran, ji Serokwezîr Elî Zeydî re şandiye, da ku pirsgirêka benzînê ya li Başûrê Kurdistanê were çareserkirin.

Beşek ji parlamenteran: Divê kota petrolê ji bo 140 hezar bermîlî zêde bibe

Di wê mijarê de du vebijêrk hatine pêşkêşkirin ji bo Bexdayê, yan divê pişka Herêma Kurdistanê ya petrola xav ji 50 hezar bermîlî rojane bibe 140 hezar bermîl,

yan jî Hikûmeta Îraqê divê rasterast benzîna amade ji bo parêzgehên Başûrê Kurdistanê dabîn bike.

Lê opozisyon daxuyaniyeke din dide û dibêje ku ew petrola ku Îraq dide Başûrê Kurdistanê, ji aliyê du kompanyayên partiyî ve tê parzûnkirin.

Beşek ji parlamenteran: Divê hikûmeta Îraqê bixwe benzînê bişîne Kurdistanê

Li gorî wan, ew kompanya dest bi ser vê petrol de girtine û li gorî daxwaza xwe bihayê benzînê diguherînin.

Her wiha dibêjin ku beşeke mezin ji benzîna ku li Başûrê Kurdistanê tê hilberandin, ji bo welatên cîran ên Îraqê tên firotin.

Ji bo wê ji Başûrê Kurdistanê re petrol kêm dimîne.

Ji aliyê xwe ve, parlamenterekî opozîsyona Kurd li Parlamentoya Îraqê got:

‘‘Me komîteyeke lêkolînê ava kiriye ji bo şopandin û çareserkirina pirsa sotemeniyê ya li Başûrê Kurdistanê.

Roja pêncşema bê, di Parlamentoya Îraqê de dê berpirsên Wezareta Petrolê ya Îraqê werin vexwestin.

Divê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê neçar bikin ku sotemeniyê bi heman bihayê Îraqê bidin xelkên Başûrê Kurdistanê.

Yan jî Îraq divê wan 50 hezar bermîl petrol ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê wergire û Îraq bixwe petrol, benzîn û gazê ji bo xelkên Başûrê Kurdistanê dabîn bike.’’

Wezîrê Petrola Îraqê: Em dikarin pirsgirêka sotemeniya Kurdistanê çareser bikin

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Petrolê yê Îraqê di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku wan benzîn, petrola malan û gaz ji bo xelkên Başûrê Kurdistanê dabîn dikin, wekî hemû welatiyên din ên Îraqê.

Lê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê israr dike ku Îraq rojane 50 hezar bermîlên petrola xav bide wan û ew bixwe benzîn, petrola malan û gazê ji bo xelkên herêma Kurdistanê dabîn bikin.

Her wiha amaje bi vê yekê kir ku hîn jî gengaz e ew peyman were sererastkirin û li gorî qanûna petrol û gazê hemû pirsgirêk werin çareserkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye