Lezgin

Talabanî: Em alîgirên esasî ya pêvajoya aştiyê ne

Serokê YNK Bafil Celal Talabanî, di pîrozbahiya salvegera damezrandina 50 salî ya partiya xwe de axivî.

reset font size increase font size

Serokê YNK Bafil Celal Talabanî, di pîrozbahiya salvegera damezrandina 50 salî ya partiya xwe de axivî.

Bafil Talabanî piştgiriya xwe ji bo pêvajoyê ku ji aliyê rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin, carekî din diyar kir û got: “Di navbera Tirkiyê û hevalên me yên çiya de, hewldanên aştî berdewam dikin. Em jî, yek ji alîgirên esasî ya vê pêvajoyê ne.”

Pîrozbahiya ku li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê pêk hat, yek ji damezrînerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Fûad Masum li wir amade bû. Yek ji damezrînerên YNK Omer Şêxmus jî bi reya vîdeo konferansê tevlî bernamê bû.

Şandeya DEM Partî dema li Başûrê Kurdistanê hevdîtin pêk anîbû 18’ê Sibat a 2025 Serokê YNK Bafil Talabanî jî ziyaret kiribû û Bafil Talabanî ji bo pêvajoyê piştgiriya xwe dabû diyarkirin.

Rodî Bişeng 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24