YNK û Nifşê nû dê 2'yê tîrmehê de tifaqa xwe ragihînin

Endamê Rêveberiya YNK’ê Salar Laleserhed ragihand ku hevpeymaniya wan û Tevgera Nifşa Nû ya bi navê “Hevsengî û Vejîn” wê di 2’yê Tîrmehê de li Silêmaniyê bi awayekî fermî bê îmzekirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Başûrê Kurdistanê di nexşeya siyasî de geşedaneke nû û girîng rû dide.

Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû biryar dan ku hevpeymaniyekî siyasî ya nû ava bikin.

Endamê Rêveberiya YNK’ê Salar Laleserhed ji medyaya herêmî re eşkere kir ku ev hevpeymaniya nû ya di navbera her du aliyan de, wê di 2’yê Tîrmeha 2026’an de bi awayekî fermî bê îmzekirin.

Li gorî daxuyaniya Laleserhed, navê vê hevkariyê wekî “Hevsengî û Vejîn” hatiye diyarkirin û merasîma îmzekirinê jî wê li Otela Şarê Ciwan a bajarê Silêmaniyê birêve biçe.

Hat destnîşankirin ku ev lihevkirin wê ne tenê Başûrê Kurdistanê, di heman demê de siyaseta li ser asta Îraqê jî bigire nava xwe.

 

"Divê postê serokwezîr di destê hevpeymaniya me de be"

 

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasuwar Ebdulwehîd di daxuyaniyên xwe yên vê dawiyê de hûrgiliyên li ser armanc û naveroka vê lihevkirinê parve kir û ev payam dabû:

"Ev pêngava me ya avakirina hevpeymaniyê li dijî ti alî an partiyekê bi taybetî PDK’ê nîne.

Armanca me tenê afirandina hevsengiyeke nû ya siyasî û baştirkirina rewşa birêvebirina Herêma Kurdistanê ye."

Ebdulwehîd da zanîn ku her du alî li hev kirine ku di hikûmeta bê ya Başûrê Kurdistanê de, divê postê Serokwezîr di destê hevpeymaniya wan de be û wiha got:

"Armanca me ya sereke guherandina şêwaza birêvebirina herêmê ye û guherandina serokwezîrê niha ye ku wê bandorek erênî li ser jiyana welatiyan bike."

Ev hevpeymaniya nû ya di navbera YNK û Nifşê Nû de, di demekê de tê ku Başûrê Kurdistanê xwe ji bo avakirina parlomanê amade dike û tê çaverêkirin ku ev gav bandorek berçav li ser hevkariyên siyasî yên peşerojê yên li Hewlêr û Bexdayê bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye