Ehmed Şera: Îsraîl dixwaze xaka me tevlihev bike

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera tevgera artêşa Îsraîlê ya li başûrê Sûriyê şermezar kir. Ehemd Şera, diyar kir ku Îsraîl dixwaze ku xaka wan veguherîne qadeke tevilheviya bêdawî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beriya 2 rojan, li gundê Abidînê yê parêzgeha Derayê astengî li pêşiya derbasbûna artêşa Îsraîlê di nava gund de, derket.

Xelkê gund rê girtin û nehiştin ku artêşa Îsraîlê bikevin gundê wan.

Her wiha xelkê bi keviran êrîşî hêzên Îsraîlî kirin.

Paşê artêşa Îsraîlê bi top û helîkopteran êrîşî gund kir.

Hate ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê cend kes ji welatiyên gund birîndar bûn.

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera li ser vê mijarê daxuyaniyek da.

Ehmed Şera hewldanên Îsraîlê yên ji bo bêîstîqrarkirina herêmên başûrê Sûriyê şermezar kir û ev lê zêde kir:

"Îsraîl niha careke din hewl dide ku axa me ya pîroz veguherîne qadeke tevlheviya bêdawî, dixwaze yekîtiya gelê me hilweşîne û şiyana me ya ji bo pêşveçûnê di pêvajoya ji nû ve avakirin û vejînê de qels bike.

Sûriye, ne qada ceribandina komployên biyanî ye û ne jî cihekî ji bo bicihanîna berjewendiyên din e."

Derveyî daxuyaniyan heta niha hêzên Hikûmeta Sûriyê ji bo başûrê Sûriyê ti tedbîrên ewlehî negirtine.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye