SEROKATIYA IRAQÊ: DIVÊ HEMÛ ALÎ GIRÊDAYÎ PÊNGAVA AŞTIYÊ BIBIN

Nivîsîngeha Rojnamevanî ya Serokkomariya Iraqê der barê merasîma dîrokî ya gerîlayên PKK'ê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk de ku çekên xwe tune kiribûn, peyamek belav kir.

reset font size increase font size

Di peyamê de, hate diyarkirin ku merasîma şewitandina çekan pêngaveke dîrokî ye û ji bo dawî anîna şerê bi dehan sal dewam dikir girînge, ev pêngav pêşerojê ronî dike. Divê hemû aliyên şer xwe bispêrin ewlehî û aramiya li herêmê, girînge ev pêvajo di warê qanûnî de were garantîkirin ji bo hemû alî jê sûdmend bin.

SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ: ÇEKDANÎNA PKK'Ê DÊ BANDOREKE ERÊNÎ LI HERÊMÊ BIKE

Girêdayî vê mijarê jî, duh Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser çekdanîna PKK'ê bi telefonê axivîn.
Li gorî agahiyan,Sûdanî di pêwendiya telefonî de bal kişand ser bandora herêmî ya danîna çekan û got: "Çekdanîna PKK'ê dê bandoreke erênî li herêmê bike."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24