6 Caran êrîşî Balafirgeha Bexdayê ya Îraqê hat kirin

Îro, di demjimêrên êvarê de, 6 caran êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ya Îraqê, hat kirin. Her wiha balafirên şer ên DYA'yê baregehên Heşdî Şebî yên nêzîkî sînorê Kerkûkê bombebaran kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan êrîş bi rêya mûşekan û dronên xwekuj pêk hatiye. Di encama êrîşê de, zêdetirî 5 kesan birîndar bûn.

Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê Cebhet El-Muqaweme ya Îslamî ya Îraqî ve pêk hatiye.

Cebhet El-Muqaweme ya Îslamî ya li Îraqê nêzîkê Îranê ye.

Her wiha li gorî hin agahiyan beşek ji êrîşê, ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hate tunekirin.

Lê heta niha ziyanên canî û madî nayên zanîn.

Ji dema destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîlê û Îran ve, Îraq û Başûrê Kurdistanê rastî êrîşan tên

Di heman rojê de, balafirên şer ên DYA'yê baregehên Heşdî Şebî yên nêzîkî sînorê Kerkûkê, bombebaran kirin. 

Bombe li tabûrên 17 û 40'î ên nêzîkî gundê Melhe yê navçeya Dubizê ketin. 

Di derbarê zirarên canî û madî de, tu agahî nehatin bidestxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye