Ji bo Salih Muslim li Silêmaniyê, Ranya û Siwêdê, konê sersaxiyê hate vedan

Li Başûrê Kurdistanê, navçeya Ranyayê, bajarê Silêmaniyê û derveyî welêt ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn. Kesên ku di bin konê sersaxiyê de axivîne wiha gotin: "Salih Muslim rêberekî mezin ê gelê me bû, şehadeta wî di nav rêzên civaka me de valahiyeke mezin çêkir." Her wiha li paytexta Siwêdê, Stockholmê jî Salih Muslim hat bibîranîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Silêmaniyê, ji bo Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim, konê sersaxiyê hat danîn.

Konê Sersaxiyê li Mizgefta Qazî Mihemed a li Silêmaniyê hat lidarxistin û bi dehan welatparêz, kesayetên siyasî û partî beşdarî şînê bûn.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Cefer Şêx Mistefa di bin konê sersaxiyê de wiha got:

"Salih Muslim rêberekî mezin ê gelê me bû, şehadeta wî di nav rêzên civaka me de, valahiyeke mezin çêkir."

Her wiha li Mizgefta Qazî Mihemed a li navçeya Ranyayê, ser bi îdareya Raperînê ve konê sersaxiyê ji bo Salih Muslim hate danîn.

Li derveyî welêt, li paytexta Siwêdê, Stockholmê jî bi tevlîbûna sedan kes, ji bo Salih Muslim bernameyeke bîranînê hat lidarxistin.

Di bîranînê de, li ser navê NCDK'ê û PYD'ê yên Skandînavyayê axaftin hat kirin.

Hevserokê NCDK'ê, peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo wefata Salih Muslim şandibû, xwend.

Piştre sînevîzyonek ku li ser jiyan û têkoşîna siyasî ya Salih Muslim hatibû amadekirin, hat temaşekirin.

Peyamên Hevserokê PYD'ê û hevjîna Salih Muslim Eyşe Efendî jî, bi rêya sinevîzyonê hatin parvekirin.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim 11'ê Adarê li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê, ji ber nexweşiya gurçikê jiyana xwe ji dest dabû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye