Li Îranê di mehekê de 48 kes hatine binçavkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hana ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê di nava meha derbasbûyî de 48 aktîvîst û welatiyên Kurd hatine binçavkirin û 22 kesan jî cezayê girtîgehê hatiye birîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafê Mirovan a Hana di raporta xwe de ragihand ku di meha cotmehê de li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê 48 welatî û çalakvanên Kurd bêyî fermana dadwer, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku bi giştî 25 sal bi ser 22 kesan de hat birîn ku 11 ji wan ji bo pêkanîna cezayê wan şandine girtîgehê.

Rêxistinê da zanîn ku girtiyê siyasî yê Kurd ê bi navê Kawês Ebdulazade yê ji Mihabadê bi tometa ‘serhildanê’ hate darvekirin.

Rêxistina Hana da zanîn ku ji destpêka salê ve 700 welatî û çalakvanên Kurd hatine binçavkirin ku piraniya wan bêyî fermana dadwer û bi tometên hevkariya bi opozîsyonê, çalakiyên civaka sivîl û sendîkayan, çalakiyên medyayî û belavkirina gotaran li ser torên medya dijîtal hatine sûcdarkirin.

piştî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de û ragihandina agirbestê di navbera her du welatan de, rejîma Îranê pêlek ya girtin û binçavkirina welatî û çalakvanên Kurd da destpêkirin. Heta niha bi sedan welatparêz, çalakvan, rojnamevan û mamoste hatine girtin, binçavkirin û cezakirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye