Şêniyên kantona Reqayê bi şahiyekê salvegera 8'emîn a rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ'ê bi diruşmeya "Sozeke nû ya ewlehî û rûmetê" pîroz kirin.
Şahî bi toreneke leşkerî ji hêla şervanên xort û jin ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, hat destpêkirin.
Piştre bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê fermandar Cemîl Mazlûm girîngiya yekitiya xaka Sûriyeyê anî ziman û wiha got: "Serkeftina Reqayê ya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ye."
Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Meşleb El Turkan diyar kir ku pêngava rizgarkirina Reqayê ne tenê operasyoneke leşkerî bû, ew şoreşeke mirovî bû ku zarokên ve xakê, QSDˊê û YPJˊê dan meşandin.
"Di pêngava rizgarkirina Reqayê de jinan roleke sereke lîstin"
Ji koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Cîhan Mihemed jî peyamek da û wiha lê zêde kir:
"Di pêngava rizgarkirina Reqayê de jin hevkareke sereke bûn.
Rizgarkirina vê xakê destpêka têkoşîneke demdirêj e, zehmetiyên heyî ji bo avakirina Sûriya nû ya Demokratîk û nenavendî ye."
Şahî bi pêşkêşkirina hunerên folklorîk û dayîna mertalên rûmetê ji bo saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr ên ku di rizgarkirinê û avakirinê de rol lîstine, bi dawî bû.
Bi 'Xezaba Firatê' bajar hatibû rizgarkirin
Xelkên bajarê Reqayê di dema bajar di bin kotrola çeteyên DAIŞ’ê de bû bi hovitiyên mezin re rû bi rû diman.
Li hember vê rewşê QSD'ê pêngava "Xezeba Firatê" di sala 2016'an de ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê da destpêkirin û di 20'ê Cotmeha 2017'an de fermî hat ragihandin ku bajar ji çeteyan hatiye rizgarkirin.