Ajansa Nûçeyan a Dewleta Îranê IRNA eşkere kir ku Îranê Pakistanê ji bo bersiva xwe ya li ser pêşniyara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer agahdar kiriye.
IRNA da zanîn ku Îran pêşniyara rawestandina şer ya demkî red kiriye û tekezî li ser pêwîstiya bidawîanîna daîmî ya pevçûnê kir.
Her wiha li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnîm, belav kir ku Îranê pakêta şertên xwe ji bo bidawîanîna şer ya dayîmî ji Pakistanê re ragihandiye.
Li gorî Tasnîmê, ev pakêt ji 10 bendan pêk tê di nav de; bidawîanîna pevçûnê li herêmê, protokolek ji bo derbasbûna ewle ji Tengava Hurmizê, ji nû ve avakirin û rakirina dorpêçan heye.
Turmp: Min fersenda dawî daye dewleta Îranê
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî, got ku dema ku wî ji bo Îranê diyarkiribû, fersenda dawî ji bo gihîştina rêkeftinekê ye.
Donald Trump da zanîn ku Îran pêşniyarek pêşkêş kir û ew pêşniyarek girîng e û gaveke girîng e. Lê ew pêşinyar têrê nake û ev peyam da:
“Divê ew hin tiştan bikin.
Ew vê yekê fêm dikin û ez bawer dikim ku ew bi niyetek baş danûstandinan dikin".
Her wiha Trump anî ziman ku wan guhertinek di sîstema Dewleta Îranê de dîtine û got ku kesên niha yên berê nermtirin.
Di heman demê de Serokê Amerîkayê Donald Trump hişiyarî da û got ku Amerîkayê dikare Îran di rojekê de hilweşîne û dibe ku ew roj sibê be.
Di 28`ê sebatê de, şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê dest pê kir.