Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Karwan Gezneyî daxuyaniyeke rojnamevaniyê da.
Karwan Gezneyî helwesta partiya xwe ya der barê qonaxa guhertina erka Parêzgariya Kerkûkê de nîşan da, û got ku li gorî wan her erkek ne mîrateyeke siyasî ya heta hetayê ye û guherîna erkê pêvajoyeke demokratîk e.
Her wiha Karwan Gezneyî bal kişand ser nêzîkatiya PDK'ê jî û wiha domand:
"Eger ew ji erka parêzgarê Kerkukê bi fikar bûn, çima dengê xwe nedan Rêbwar Taha?
Ger ew bi me re bihatana, me yê îro qebûl kiriba ku erkê bi wan re biguherînin.
Ji ber ku ew nehatin, em neçar bûn bi wan re li hev bikin."