Di nîsanê de li Efrînê 8 kes hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, bîlançoya binpêkirinên meha Nîsanê eşkere kir. Rêxistinê diyar kir ku di Nîsanê de 8 kes hatin revandin. Li rex vê jî, kesên ku li malên niştecihên resen bi cih bûne, bêyî standina pereyan qebûl nakin ku ji malên wan derkevin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meha borî der heqê xelkê Efrînê de, gelek sûc û binpêkirinên mafên mirovan pêk hatin.

Rêxistina Mafên Miroivan a Efrîn-Sûriyê, rapora binpêkirinên meha Nîsanê yên Efrînê weşand.

Rêxistinê ragihand ku di Nîsanê de, li Efrînê 8 kes ji aliyê komên girêdayî bi dewleta Tirk ve, yên ku ser bi Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve ne, hatin revandin.

Di raporê de, hate diyarkirin ku bavek û kurê wî li Cindirêsê di çemê Efrînê de xeniqîn.

Li gundewarên Efrînê jî, ji ber teqîna bermahiyên şer ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî heman rêxistinê, çekdarên nenas bi ser malan de girtine û ew talan kirine.

Rêxistinê diyar kir ku, tevî ku nêzî hezar û 400 malbat vegeriyane Efrînê jî, lê kesên ku di malên wan de ne, ji bo derketina ji malan pereyan dixwazin.

Rêxistinê da zanîn ku, ji ber ku rêveberiya herêmê lawaz e û nikare li hemberî kesên ku biryaran bin pê dikin tedbîran bigire, ev yek dewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye