Ji ber nûçeya Gulistan Doku lêpirsîn hate vekirin

Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê nûçegihana Îlke TV Zîlan Azad lêpirsîn hate destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Derbarê nûçegihana Îlke TV Zîlan Azad ji ber roportaja bi sernavê “Mêrên bi bedle satrancên xwe dilîzin, jin jî hewl didin bijîn” lêpirsîn hate destpêkirin.

Rojnamevan ji Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min Bi Aştiyê Heye bi Selîn Top re roportaj kir. Di roportajê de lêpirsîna têkildarî windakirina Gulistan Doku, gotinên jinan ên li Dersimê, “çeteyên sûc ên mêran” û îdîayên ku demek dirêje tên nîqaşkirin, dihat kirin .

Şêwirmendê Parlamenterê Yenî Partiyê Cemal Engînyurt, Cem Tekînoglu ji ber îdîayên derbarê wî yên di roportajê de bi îdîayên “heqaret”, “îftîra” û “êrîşkirina mafên kesayetî” gilî li nûçegihana Îlke TV Zîlan Azad û Selîn Top kir.

Zîlan Azad û Selîn Top îro di çarçoveya lêpirsînê de wê îfade bidin. DÎSK Basin-Îş a girêdayî DÎSK’ê, têkildarî mijarê daxuyanî da û got, “Em bi hempîşeya xwe Zîlan Azad re di nava piştevaniyê de ne. Rojnamevanî ne sûc e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye