Dewleta Îranê kiryarên xwe yên dermirovî berdewam e.
Hat ragihandin ku vê sibehê jî dewleta Îranê du xwepêşanderên ku beriya pênc mehan hatibûn girtin, bi dar ve kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mîzanê ya ser bi desthilata dadweriya Îranê ve, vê sibehê 2 girtiyên bi navên Mêhrdad Mihemedinya û Eşkan Malikî hatin bidarvekirin.
Her du xwepêşander berî nêzîkî pênc mehan, di dema xwepêşandanên gelên Îranê de hatibûn binçavkirin.
Heta niha ti agahî der barê darizandina her du xwepêşanderan de bi raya giştî re nehatibû parvekirin.
Li aliyekî din, hat zanîn ku xwepêşanderê bi navê Arman Merfetî jî di bin metirsiya bidarvekirinê de ye.
Îranê 9 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 3 welatiyên Kurd birî
Di heman demê de, li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine belavkirin, 3 ciwanên Kurd ên ji Dereşehrê ya ser bi parêzgeha Îlamê û niştecihên bajarê Kerecê ve, bi 9 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatine darizandin.
Hat ragihandin ku ciwanên bi navê Mihemed Emîn Şemsî, Emîr Îmrayî û Kamyar Îmrayî ku cezayê girtîgehê li wan hatiye sepandin, di xwepêşandanên vê dawiyê yên gelên Îranê de hatibûn binçavkirin.
Ev her sê ciwan, di dema binçavkirinê de, gelek caran ji aliyê pasvanên girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê ve hatine êşkencekirin û 10 rojan di hucreya yekkesî de hatine girtin, bê ku cihê wan were diyarkirin.
Her wiha di dema binçavkirin û lêpirsînê de, rê li hevdîtina bi parêzer û malbatê re hatiye girtin.
PJAK: Bi bidarvekirinan azadîxwazî kêm nabe
Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), bi boneya 43’yemîn salvegera bidarvekirina 59 ciwanên Kurd ên ji Mehabadê, daxuyaniyek belav kir û wiha got:
“Ne bi bidarvekirina ciwanan azadîxwazî kêm bûye, ne jî bi komkujî û bidarvekirinên demên dawî azadîxwazî lawaz dibe.”
Îran welatekî wiha ye ku herî zêde cezayê bidarvekirinê bi cih tîne.
Lê ji meha adara îsal ve, ango ji dema despêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, derxistin û bicihanîna cezayên bidarvekirinê gelekî zêde bûne.
Di nava sê mehan de, herî kêm 37 kes bi behaneyên beşdarbûna li xwepêşandanan yan jî bi angaşta ‘hevkariya bi dijmin û rikeberiyê re’ hatine bidarvekirin.