Ji bo meşa Gemlîkê bang: Azadiya Abdullah Ocalan pêdivî ye

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxuyaniyeke nivîskî meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan a bi dirûşma "Dem dema azadiyê ya jinan û azadiya Rêber Apo ye" di 19’ê Nîsanê de ber bi Gemlîkê ya Bursayê ve pêk were, ragihand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Jinan ji bo meşa Gemlîkê ya ku TJA ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêk tîne bang kirin û gotin:

 

“Di serî de gelên Rojhilata Navîn û gelên vê erdnîgariyê ji bo avakirina civaka demokratîk û aştiyê azadiya Birêz Ocalan hewcedariya esas dibînin.”

 

Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi dirûşma "Dem dema azadiyê ya jinan û azadiya Rêber Apo ye" di 19’ê Nîsanê de ber bi Gemlîk a Bursayê ve meşekê pêk tîne.

 

Li gelek bajaran amadekariyên meşê tên kirin û ji bo tevlibûnê bang tê kirin.

 

Di meşê de daxwaza şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, pêkhatina şert û mercên azad û avakirina civaka demokratîk wê bên ziman.

 

Endama  Kordînasyona Jinan a Navenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berna Çelîk û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Belkisa Suleymanoglu ji bo meşa Gemlîkê ku wê TJA ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêk bîne, bang kirin.

 

‘Divê riya azadiya Abdullah Ocalan bê vekirin’

 

Belkisa Suleymanoglu, da zanîn ku di ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re salek derbas bûye û hîna muxatabê pêvajoyê Abdullah Ocalan li Îmraliyê girtî ye û wiha domand: “Her kes baş dizane ev pêvajo yekalî nameşe.

 

Bi saya Birêz Ocalan gelek gav hatin avêtin, lê hîna dewletê gavek şênber navêtiye.

 

Ev helwest dibe sedema astengiya pêvajoyê. Di vê esasê de divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê nasîn.”

 

‘Em bi hev re xwedî li pêvajoyê derkevin û xurt bikin’

 

Aktivista TJA'yê di berdewamiyê de wiha got:

 

“Em wek TJA ji bo piştevaniya pêvajoyê û rastiya muxatabiya Abdullah Ocalan biqîrin û di 19’ê Nîsanê de diçin Gemlîkê.

 

Em hêvî dikin ku jin ligel me deng bidin dengê me. Em bang li hemû jinan dikin ku werin em bi hev re vê pêvajoyê xurt bikin.”

 

‘Azadiya Abdullah Ocalan hewcedariya esas tê dîtin’

 

Endama  Kordînasyona Jinan a DEM Partî Berna Çelîk jî destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk saleke didome û di vê pêvajoyê de hinek gav hatine avêtin û pêvajo didome.

 

Berna Çelîk wiha anî ziman: “Em pêvajoya ku ji bo hemû gelan û bi taybet ji bo jinan bûye hêvî bi hev re dijîn.

 

Lê Bêgûman ev pêvajo yekalî nikare bê meşandin. Hinek gav tên avêtin, lê ev gav divê bên bersivandin.

 

Bêguman avêtina van gavan bi azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêkan e. Azadiya Birêz Ocalan bi sînor nikare bê nirxandin.

 

Azadiya Birêz Ocalan ji bo aştî û civaka demokratîk hewcedariyeke esas tê dîtin.

 

Diyarkirina statuyê di aliyê pêvajoyê de girîng e, di aliyê baweriyê de girîng e. Divê pêvajo êdî bigihêje encamekê.”

 

 Ji bo tevlîbuna meşa Gemlîkê bang

 

Endama  Kordînasyona Jinan a DEM Partiyê, anî ziman ku meşa TJA’yê di 4’ê Nîsanê de li Amarayê dest pê kir, di 19’ê Nîsanê de wê bi daxuyaniyekê bê temamkirin û got meşa TJA’ê hemû jinan dihewîne û wan vedixwîne Gemlîkê.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye