YNK û Nifşê Nû peymaneke hevpeymaniyê îmze kir (Hat Nûkirin)

Di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Newey Niwê (Nifşê Nû) de peymana "Hevpeymaniya Hevsengî û Vejînê" hat Îmzekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her çend 20 meh di ser hilbijartinên parlementoyê yên Başûrê Kurdistanê re derbas bûne jî, lê hikûmeta nû hîn nehatiye avakirin.

Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê hilbijartinên parlementoyê yên 20ê Cotmeha 2024`an li Başûrê Kurdistanê du caran hatine paşxistin.

Ligel vê yekê jî duh Li bajarê Silêmaniyê merasîma îmzekirina peymana "Hevpeymaniya Hevsengî û Vejînê" ya di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Newey Niwê (Nifşê Nû) de bi amadebûna serokên her du partiyan hat lidarxistin.

Serokê Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwehîd û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî gotar pêşkêş kirin.

Şasiwar Ebdulwehîd: Ev peyman ne li dijî aliyekî ye

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwehîd di gotara xwe de diyar kir ku peymana wan a ligel YNK`ê ne li dijî aliyekî ye û armanca wê ya sereke tenê xizmetkirina xelkê ye û got:

“Ev dema niha hewceyî bi wêrekiya biryardanê heye û divê hemû alî li ser vê rewşê xwedî helwest bin.

Eger em berjewendiya xelkê bixin pêş, wê demê hemû alî wê serkeftî bin.

Niha dema bicihanîna wan sozên ku dane welatiyan e.”

Şasiwar Ebdulwehîd li ser hinek rexneyan, got ku ew dixwaze bersiva wan kesên ku dibêjin 'ev peymana girtîgehê ye' bide û wiha anî ziman:

Şasiwar Ebdulwehîd: Xwezî me berî salekê li hev kiriba

“Berî ku em werin hundir min ji kek Bafil re got, xwezî me berî salekê li hev kiriba, wî jî got, bi Xwedê te kir, lê me nekir.

Eger di girtîgehê de jî hatibe kirin, va ye Ocalan di girtîgehê de dan û standinê bi hikûmeta Tirkiyê re dike.

Mandela jî di girtîgehê de... Beşeke zêde ya serkirdeyên cîhanê jî di girtîgehê de dan û standin kirine.”

Bafil: Bila xelkê Kurdistanê li benda siyaseteke nû bin

Piştî gotara Şasiwar Ebdulwehîd, Bafil Talebanî çû ser dikê û got:

“Em pabendî sozên xwe yên li beramberî xelkê Kurdistanê ne û îro ji bo Kurdistanê rojeke dîrokî ye.

Ji îro û pê ve bila xelkê Kurdistanê li benda siyaseteke nû bin.

Ji îro û pê ve li Kurdistan û Îraqê em hêza hejmar yek in.”

“Hevpeymanî wê hevsengiya hêzê ya li Herêma Kurdistanê bide guherîn”

Her wiha Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ragihand ku ev hevpeymanî wê hevsengiya hêzê ya li Herêma Kurdistanê bide guherîn û wiha lê zêde kir:

“Em ê rewşa jiyanê ya xelkê xweş bikin.

Bihuşteke me heye Kurdistan, em nizanin çawa xizmetê jê re bikin.

Berpirsiyarî tenê tê wateya xizmetkirina gel.”

Bafil Talebanî: Avakirina hikûmetê pir dereng maye

Bafil Talebanî rexne li biryarên siyasî yên berê hatibûn girtin kir û wiha domand:

"Ji pêvajoya referandûmê û vir ve bi dehan biryar li ser mijarên stratejîk hatine dayîn ku hemû jî “şaş” bûn.

Avakirina hikûmetê pir dereng maye.

YNK’ê ji bo gel gelek qurbanî dane û berpirsiyariyeke mezin girtiye ser xwe."

Di dawiyê de Serokê YNK’ê Bafil Talebanî tekez kir ku 'Hevpeymaniya Hevsengî û Vejînê' ji bo hemû partiyên siyasî vekirî ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye