Li gorî agahiyên rêveberên deriyê sînor ê Sêmalkayê ji bo bicihanîna sîstemeke nû ya gumrikê amadekarî têne kirin.
Rêveberên deriyê Sêmalkayê diyar kirin ku sîstema nû bi navê "Koordînator" e û sîstema nû di çarçoveya peymana 29'ê çileyê ya di navbera QSD û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de hatibû kirin, tê bicihanîn.
Her wiha Rêveberan da zanîn ku sîstema nû ya gumrikê wê vê hefteyê têkeve pratîkê.
Li gorî rêveberên deriyê sînor ê Sêmalkayê ev sîstema nû dibe ku bibe sedema bilindbûna bacên gumrikê û di encamê de buhayên kel û pelan bilind bibin.
Deriyê Sêmalkayê tekane rêya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye.