Cîgirê Fermdarê Giştî yê hêzên ewlekariya Hundirîn yê Hesekê Mehmûd Xelîl li ser pilatforama X`ê derbarê êrîşa li hemberî malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê daxuyaniyek da.
Mehmûd Xelîl ev êrîş şermezar kir û got:
Em piştrast dikin ku ev kiryarên kesanene û nayên qebûlkirin.
Ev erîşkar armanc dikin ku aramî û ewlehiyê têk bibin, vegera nişticihan asteng bikin û hewldanên etntegrasyonê lawaz bikin.
Mehmûd Xelîl eşkere kir ku di çarçoveya bersivdana bilez de hêzên Ewlekariyê dest bi girtina tedabîrên ewlehî û qanûnî kirin û wiha lê zêde kir:
Hêzên Ewlekariyê karîbûn hejmarek ji kesên têkilda bi van bûyeran bigrin.
Lê belê Operesyonên lêgerînê hîna jî didome, heta ku li gorî qanûnê hesab bidin.
Ji lewma ji bo parastina ewlehiya koçberan, rêwîtiya vegera ji bo Serê Kaniyê bi awayekî demkî hat rawestandin.
Dê ev rêwîtî piştî ku rewş aram bibe û rastina tevahî ya ji bo kesên vedigerin were misogerkirin ji nû ve dest pê bike.