KNK: Newroz li hemberî zilmê berxwedan e, roja serkeftinê ye

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: "Em ê Newrozê weke wateya wê, bi rihê berxwedanê pîroz bikin. Kurdistan di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, ji bo wê jî divê hemû partiyên siyasî yên Kurdî bibin yek.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji cejan Netewî Newrozê re çend demjimêr mane.

 

Bi boneya vê rojê Kongreya Netewî ya Kurdistanê-KNK`ê daxuyaniyek da.

 

Daxuyaniya KNK’ê wiha ya:

 

“Di dîroka Kurdistanê de, herdem Newroz xwedî cihekî diyar e. Newroz, roja berxedanê ye, Newroz serhildan e, Newroz roja serketina li hemberî zilmê ye, Newroz cejna azadiyê ye.

 

Newroz, li ser bingehê têkoşîna dijî bindestiyê derketiye holê. Dijî zilmê, koletiyê, dagirkeriyê û her reng bindestiyê bûye sembola rizgarî û azadiyê. Îro gelê Kurd, bi ked û berxedana xwe ya salan û bi bedelên mezin, Newroz kiriye şahiyeke mezin a gelêrî û roja berxwedanê”

 

 

`Kurdistan di demeke hestiyar re derbas dibe`

 

 

KNK`ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de balkişand li ser têkoşîna ku li çar beşên Kurdistanê bi rihê Newrozê dimeşe û rewşa herêmê û ev peyam da:

 

“ Bi Newrozê re em dest bi salekî nû dikin. Sala derbazbûyî di hemî waran de bû salekî ya tekoşînê. Ji niha ve diyare ku wê îsal jî bibe salekî ya tekoşînên mezin.

 

Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn di demeke hesas û hestyar de derbaz dibe. Şerê Emerîka – Îsraîl û Îranê bi hemû germahiya xwe ve berdewam e.

 

Li Rojhilatê Kurdistanê rewşeke nû heye û hingî diçi ev parçe dibe rojeveke sereke. Çavên hemû Kurdan li ser Rojhilata Kurdistanê ye. Piştî serê salê li ser Rojavayê Kurdistanê êrîşên mezin pêkhatin.

 

Niha bi rêveberiya Şamê re peymanek hatiye çêkirin, lê rewşeke ne diyar li seranserê Sûriyê heye. Peymana bi rêveberiya Şamê re hatî çêkirin kêm e û gelek xalên nehatî zelalkirin hene.

 

Li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsa Kurdî ev demeke pêvajoyek diyalogê heye û niha ber bi merhaleyek nûve diçe.

 

Ev jî mijareke serekeye û di mehên pêşiya me de, wê rewş zelaltir bibe. Li Başûrê Kurdistanê ev nîzîkî sal û nîvek e hilbijartin çêbûne lê hikûmet nehatiye avakirin, parlamento ne li ser kar e û pirs û pirsgirêkên li Bexayê re nehatine çareserkirin.

 

Niha ji ber şerê Emerîka – Îsraîl û Îranê, gelek caran Başûrê Kurdistanê jî dibe amanc.

 

Di Rojhilata Navîn de ev du sal û nîv in şereke mezin heye. Şer li Filistînê despê kir, derbazê Lubnanê, Sûriye, Yemen, Iraq û Îranê bû. Rejîma Baas a Sûriyeyê têkçû. Niha şereke mezin di navbera Emerîka – Îsraîl û Îranê de despêkiriye û ev şer bi hemû germahiya xwe ve berdewam e.

 

 

KNK: Divê partiyên Kurdî bibin yek

 

 

KNK`ê di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser xeteriya li ser Kurdistanê û bi vê peyamê banga yekîtiyê li partiyên siyasî ên Kurd kir:

 

“Ev rewş ji bo me hem xeterî hem jî derfetan bi xwe re tîne.

 

Divê em Kurd ji vê ji rewşa nû re amade bin. Divê di demeke kurt de em yekrêziya nav mala xwe pêkbînin.

 

Bi minasebeta Newrozê em careke din bang li hemû partî, rêxistin, hêzên Kurdistanî û hemû gelê Kurdistanê dikin û dibêjin:

‘‘Werin em bi hev re di konferansekî neteweyî de kom bibin û stratejiyek hevbeş pêkbînin.”

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye