Xelkê Qamişlo li dijî aloziya aboriyê daketin qadan

Xelkê bajarê Qamişlo, bi beşdariya partiyên siyasî li dijî gendelî, bihabûna mazot û kehrebeyê û rewşa aborî ya xirab çalakî li dar xistin. Xwepêşandêran, eşkere kirin ku siyasetên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê xelk li seranserî welêt birçî kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

“Kombûna Berevaniya Gepa Nanê Gel”       

Bi amadebûna partiyên siyasî xelkê Qamişlo bi vê dirûmşê li dijî aloziya aboriyê daketin qadan.

Xwepêşandêran aloziya aboriya Sûriyê, negirtina mûçeyan, bihabûna mazotê, qutbûna kehrebeyê û bacên gumrikê şermezar kirin.

Xwepêşandêran bi pankartên xwe diyar kirin ku siyaseta Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê gel birçî kiriye.

Endamê Polîtburoya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Salih Mihemed Ebdo li ser navê partiya xwe beşdarî çalakiyê bû.

Salih Mihemed Ebdo bang li gelê Sûriyê kir ku mafê xwe biparêze, ev bihabûn yekîtiya gel xirab dike û wiha got:

"Em li dijî siyaseta Şamê derketine ku xela li Sûriyê belav kiriye.

Em li Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe beşdarî vê çalakiyê bûne."

Welatiyekî ku beşdarî çalakiyê bûye, wiha behsa rewşa aborî dike:

Çalakvanan, destnîşan kirin ku ev çalakiya wan a destpêkê ye û dê di rojên pêş de çalakiyên wan bi awayekî berfirehtir bidomin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye