Sedî Ehmed Pîra: Hewldanên ji bo hevdîtina YNK Û PDK'ê cidî ne

Ev demek e li Başûrê Kurdistanê pêkanîna hikûmeta nû, rojeveke sereke ye. Hat ragihandin ku di demeke nêzîk de wê şandeyek ji PDK’ê serdana partiyên siyasî bike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Endamê Polîtburoya Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîra, ji Nûçe TV re got ku li Başurê Kurdistanê gelek hewldanên ciddî hene ku civînek di navbera YNK û PDK’ê de were lidarxistin.

Der barê nêrîna Polîtburoya Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li ser civîna di navbera YNK û PDK’ê de, Sadî Pîra got ku piraniya Endamên Polîtburoya Siyasî ya YNK’ê bi civînê re ne û dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe.

EŞWAQ CAFF: PDK DÊ SERDANA PARTIYÊN SIYASÎ BIKE

Berî niha jî, Eşwaq Caff, endama komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ji Nûçe TV re gotibû, ku li ser binemaya detspêşxeriya Mesûd Barzanî, serokê PDK’ê, tê payîn şandeya PDK’ê di demeke nêzîk de seredana partiyên siyasî, di nav de YNK’ê jî, bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye