Qalîbaf: Hûn ê Îraneke cuda bibînin

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku stratejiyên şaş û biryarên bêwijdan wê rewşê xirabtir bike. Fermandarê Baregeha Xetam Enbiya Elî Ebdulahî jî di daxuyaniyekê hişyarî da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û got: Ew ê bersivek ji berê dijwartir werbigire, agirê şer dê belav bibe."

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf piştî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên bombarankirina Îranê wiha bersiv da:

"Stratejiyên xelet û biryarên bêwijdan dê rewşê ber bi xirabtir ve biguherînin.

Binesaziya enerjiyê û bazar dê biteqin û bibin sedema girekî bêdawî ku hûn ê bi salan tê de asê bimînin. Hûn ê Îranek cûda bibînin."

Ji aliyê xwe ve, hêzên çekdar ên Îranê hişyarî dan ku eger Dewletên Yekbûyî gefên Trump ên bombebarankirina giran a Îranê pêk bîne, li Rojhilata Navîn şerekî "berfirehtir" çêdibe.

ELÎ EBDULAHÎ: EGER AMERÎKAYÊ LI DIJÎ ÎRANA ÊRÎŞAN BIKE DÊ AGIRÊ ŞER BELAV BIBE

Fermandarê Baregeha Xetam Enbiya Elî Ebdulahî jî di daxuyaniyekê hişyarî da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û got:

"Em hişyar dikin ku eger Dewletên Yekbûyî dîsa hewl bide ku li dijî Îranê êrîşan bike.

Ew ê bersivek ji berê dijwartir werbigire, agirê şer dê belav bibe."

TAHIR ANDREEB: EM Ê DI NAVBERA AMERÎKA Û ÎRANÊ DE NAVBEYNKARIYÊ BIDOMÎNIN.

Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê Tahir Andreeb jî anî ziman ku tevî rageşiyê jî, ew ê di navbera Amerîka û Îranê de navbeynkariyê bidomînin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye