Kabîneya Tirkiyê bi rojeva Sûriye û pêvajoyê dicive

Kabîneya Tirkiyê îro li Enqereyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dicive. Di rojeva kanbîneyê de pêvajoya çareseriyê û mijara Sûriyê heye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Civîna kabîneyê, îro demjimêr 16:00'an bi serokatiya Erdogan dest pê bike.

Di civînê de, xalên herî girîng ên rojevê pêvajoya çareseriyê û pêşhatên li Sûriyê ne.

Her wiha dê xebatên Komîsyona li Parlamentoya Tirkiyê û pêngavên dawî yên derbarê pêvajoyê bên nirxandin.

Tê pêşbînîkirin ku AKP hefteya pêşiya me rapora xwe pêşkêşî Komîsyonê bike û ev mijar jî dê di civînê de were gotûbêjkirin.

Pêşketinên li Sûriyê dê bên rojevê

Li gel mijarên navxweyî, mijareke sereke ya civînê jî bicihanîna Peymana 10'ê Adarê ye ku di navbera QSD'ê û birêveberiya Şamê de hatibû îmzekirin.

Tê çaverêkirin ku Erdogan piştî civînê daxuyaniyekê bide û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye