Dezgehê, ragihand ku operasyon li ser bingeha agahiyên îstîxbaratê yên rast û çavdêriya meydanî ya xurt hatiye kirin.
Di encama operasyonê de 17 tawanbar hatine girtin û 20 kg metamfetamîna krîstal û heşt lître jî madeyên kîmyewî hatine desteserkirin.
Her wiha Dezgeha Ewlekariya Neteweyî ya Îraqê destnîşan kir ku di nav tawanbaran de 14 welatiyên biyanî jî hene.
Operasyona ewlehiyê, parêzgehên Bexda, Besra, Necef û Dîwaniyê jî di nav xwe de digire.