Li Şêx Meqsûdê avahiyek bi ser malbatekê hat xwarê

Li Şêx Meqsûdê di êrîşên çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz de, avahiyek bi ser malbatekê de hat xwarê û 16 saetan di bin de man, bav jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat diyarkirin ku di 7`ê Çileyê saet 03.34`an de guleyek topê ya çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz li mala Hesen Mihemed Hesen a li rojavayê taxa Şêx Meqsûd a Helebê ket.

Hat zanîn ku di encamê de xanî bi ser endamên malbatê de (6 kes) hilweşiya ku piraniya wan zarok bûn û di bin kavilan de asê man.

Her wiha ji ber topbarana bênavber malbat nêzî 16 saetan di bin kavilan de asê ma û şêniyên taxê nekarî alîkariya wan bikin.

Hat gotin ku şêniyan û tîmên alîkariya karî zarokan ji bin kavilan derxin, lê bav Hesen Mihemed Hesen (42) jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye