Rûsya êrîşî Ukraynayê kir: 3 kuştî û 16 birîndar

Hêzên Rûsyayê bi mûşekan êrîşî Urkraynayê kirin. Di encama êrîşê de, 3 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên Rûsyayê êrîşeke berfireh, li dijî tesîsên girîng ên li Ukraynayê pêk anîn.

Wezaretê da zanîn ku ev êrîş weke bersivekê ji êrîşa Kîevê ya li ser mala Serokê Rûsyayê bû.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got ku hêzên Rûsyayê tesîsên hilberîna dronan ên Ukraynayê û binesaziya enerjiyê ya ku kompleksa leşkerî-pîşesaziyê dabîn dike, hedef girtin.

Wezaretê got ku ew ê bersiva her êrîşekê ji Ukraynayê bikin.

Artêşa Rûsyayê îro bi mûşekan êrîşî Kîevê kir, di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Li gorî hin çavkaniyan, Rûsya bi mûşekeke balîstîk a nenas li bajarê Lvivê yê rojavayê Ukraynayê li binesaziya girîng xist.

Tymur Tkachenko, serokê rêveberiya leşkerî ya Kîevê anî ziman ku di êrîşê de çend deverên Kîevê hatine lêdan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye