Kuweyt: Em êrîşên Îranê yên li ser axa xwe şermezar dikin

Di daxuyaniya yekem a piştî êrîşên di navbera Îran û Amerîkayê de, Tehranê Washington bi binpêkirina peymana lehvkirinê ya di navbera her du aliyan de tewanbar kir. Sekreterê Giştî yê NATO`yê Mark Rutte jî daxuyand ku êrîşên Amerîkayê yên li dijî Îranê grîng û pewîst bûn. Kuwytê jî ku rastî êrîşên Îranê hat, êrîşên li ser axa xwe şermezar kirin û diyar kir ku ew ê hemî tedbîrên pêwîst bigirin da ku serwerî û aramiya xwe biparêzin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ji nû ve destpêkirina êrîşan di navbera Îran û Amerîkayê de, gelek daxuyanî û biriyarên nû di derbarê peymana di navbera her du aliyan de derketin holê.

Piştî êrîşên Îranê yên li ser axa wê, Kiweytê ev êrîş bi tundî şermezar kir û wekî binpêkirineke eşkere ya serweriya welêt û gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiyê bi nav kir.

Wezareta Karên Derve ya Kuweytê di daxuyaniya xwe de wiha nivîsand:

“Serweriya Kuweytê û ewlehiya welatî û niştecihên wê xeteke sor e ku nayê derbaskirin.

Wekî mafekî rawa, em ê hemî tedbîrên pêwîst bigirin da ku serwerî, ewlehî û aramiya xwe biparêzin.”

Di heman çarçoveyê de, di biriyareke nû de, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê destûrnameya ku demkî cezayên li ser petrola Îranê radikir, betal kir.

Qalîbaf: Amerîka bi van kiryarên xwe binpêkirineke cidî ji peymanê re dike

Ji aliyê Îranê ve jî, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf bi daxuyniyê diyar kir ku êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê, binpêkirineke cidî ji peymana raghandî re ye.

Mihemed Baqir Qalîbaf, di posta xwe ya li ser X`ê de wiha nivîsand:

Amerîka bi kiryarên xwe yên êrîşên li ser Tengava Hurmizê, berdewamiya gefan, ji nû ve sepandina cezayan li ser hinardekirina patrola Îranê û bi êrîşên berdewam ên li ser Libnanê, binpêkirinên cidî di peymana ragihandî de pêk anîn.

Edî serdema zorbazî û şantajê bi dawî bûye... Em ê teslîm nebin."

Mohsen Rezayî: Amerîka dan û standina ber bi têkçûnê ve dibe

Her wiha Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Mohsen Rezayî jî, got ku pir zel xuyaye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê dan û standinên bi Îranê re ber bi têkçûnê ve bibe.

Mohsen Rezayî da zanîn ku mebesta Washingtonê ew e ku rêyek alternatîf ji bo keştiyên xwe li Tengava Hurmuzê ava bike.

Mark Rutte: Êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê pewîst û girîng bûn

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte jî, piştrast kir ku hevalbend dê di civînên xwe yên li Enqerê de ji nû ve tekez bikin ku Tengava Hurmizê bi tevahî ji bo keştîyên navneteweyî vekirî bimîne.

Rutte her wiha êrîşên leşkerî yên Amerîkayê li dijî Îranê wekî "gelkî girîn û pêwîst” bi nav kir li gorî wî ev yek jî ji ber êrîşên zêde yên Îranê li ser keştîyên bazirganî ye.

Kallas: Êrîşên Amerîka û Îranê hewldanên ji bo bidawîanîna şer dixe xeteriyê

Ji aliyê xwe ve jî, Yekîtiya Ewropayê li ser zêdebûna rageşiya leşkerî ya di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de hişyarî da, ku hewldanên ji bo bidawîanîna şer dixe xeteriyê.

Nûnera Bilind a Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas got ku êrîşên dawî yên Îranê paşveçûnek li rêya dîplomatîk a ku piştî lihevkirinek di navbera her du aliyan de dest pê kir temsîl dikin.

Kaya Kallas bang li hemû aliyan kir ku ji her gavên ku dê şansên xurtkirina peymanê xirab bikin an jî çarçoveya pevçûnê berfireh bikin dûr bisekinin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye