Serokê Fransayê Emmanuel Macron serdana Sûriyê kir.
Macron bi vê hatina xwe bû yekem serokê Ewropî ku ji dema hilweşandina Beşar Esed ji desthilatdariyê ve serdana Sûriyê dike.
Der barê serdana xwe de Emmanuel Macron da zanîn ku ew hatiye da ku piştgiriya Fransayê ji gelê Sûriyê re diyar bike.
Li kêleka wê jî, Macron ligel Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed Şera civiya.
Di wê civînê de, çend peymanên hevkariyê hatin îmzekirin û li ser xurtkirina hevkariya aborî ya di navbera her du dewletan de nîqaş kirin.
Bi gotina wan ev xebat dê tenê bi Fransa û Sûriyê re sînordar be, lê dê bi alîkariya welatên Kendavê jî pêk werin.
Emmanuel Macron: Wê komîteyên aboriyê yên hevkar werin avakirin
Serokê Fransayê Emmanuel Macron anî ziman ku dê di pêvajoya pêş de ji bo ji nû ve avakirina Sûriyê komîteyên aboriyê yên hevkar ava bikin û got:
"Fransa amade ye tev li projeyên qada enerjî û bankan bibe û bi hevkariya bi welatên Kendavê re dikare şîrketan ava bike."
Her wiha diyar kir ku Sûriyê zehmetiyên mezin dibîne, lê di destê wê de firsetên mezin hene ku bi şîrket û razimaniyê Fransayê re bixebite.
51 milyon euro mal û milkên Rifat Esed dê vegerin sûriyê
Li wê derê de jî, daxuyaniyeke niyetê hat îmzekirin ku milk û fonên Rifat el-Esed yên ji hêla dadweriya Fransî ve hatibûn desteserkirin, careke din li rêveberiya nû ya Sûriyê vedigere.
Macron: Fransa difikire ku bi hêzên taybet piştgiriya Sûriyê bike
Di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed Şera re, Macron got ku:
Fransa piştgirya têkoşîna li dijî "terorîzmê" li herêmê dike.
Her wiha amade ye ku di çarçoveya hevkariya nû ya ku niha tê gotûbêjkirin, bi rêya hêzên xwe yên taybet piştgiriyê peyda bike."