Tê çaverêkirin ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, 15ê tîrmehê biçe Washingtonê.
Ev serdan dibe yekemîn geşta fermî ya Zeydî, bo derveyî welat ji dema ku wî ev post girtiye ser xwe.
Berî vê serdanê, Wezîrê Derve Fuad Husên, dê bigihîje Amerîkayê da ku ligel berpirsên wezaretên xezîne, derve û berevaniyê yên wî welatî bicive.
Zeydî dê li gel Trump çendîn dosyayên hestiyar gotûbêj bike
Ajandeya serdanê tekezê li ser avakirina hevkariyeke aborî ya berhemdar dike.
Zeydî dê ligel kompanyayên Amerîkî girêbestên nû yên veberhênanê ji bo geşepêdana kerta enerjî û bankan îmze bike.
Her wiha ew ê pêşniyara çêkirina hesabekî darayî yê hevbeş bike ku pişta xwe bi dahata petrolê girê dide, da ku budceya kompanyayên Amerîkî di warên jêrxan, kehrebe û geyandinê de dabîn bike.
Di vê serdanê de şandeyeke bilind ji wezîr, berpirs û fermandarên ewlehiyê dê hevaltiya serokwezîr bikin.
Xala cihêwaz a vê geştê, beşdariya şandeyke mezin a kerta taybet û bazirganên Îraqî ye, da ku rasterast ligel kompanyayên Amerîkî gotûbêjan bikin û pêwendiyên bazirganiyê ava bikin.
Di warê ewlehiyê de, Zeydî û Trump dê bidawîanîna bi erka Hevpeymaniya Navdewletî gotûbêj bikin.
Mijarên sereke yên gotûbêjan hilweşandina komên çekdar e
Mijarên sereke yên gotûbêjan hilweşandina komên çekdar ên dervedeyî deshilata dewletê, komkirina çekan û birêkûpêkkirina pewendiyên stratejîk ên di navbera Bexda û Washingtonê de ne.
Ev serdan di demekê de ye ku Îraq ji ber girtina Tengava Hurmizê rastî qeyraneke darayî bûye.
Berpirsên Amerîkî dixwazin ku Îraq peymana gazê ligel Îranê nû neke û projeya hinardekirina petrolê di rêya Benderê Banyasê yê Sûriyê re bilez bike, wek pêngavekê ji bo cudakirina temamî ya aboriya Îraqê ji bin bandora Îranê.
Ev serdan piştî wê yekê tê ku Donald Trump, di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Elî Zeydî kiribû ji bo wergirtina postê wî û ew bi fermî vexwendibû Qesra Spî.
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê jî hemû hêsankariyên pêwîst ji bo dayîna vîzeyan bi şandeya mezin a Îraqê re encam dane.