Rûsyayê êrîşî Ûkraynayê kir: Li Xarkîvê 7 kes kuştin

Şeva borî, bajarê Xarkîv ê Ûkraynayê rastî êrîşên dijwar hat. Di encamê de, avahiyeke 5 qatî hatiye armanckirin, zirarên canî û madî çêbûn. Bi rêya navbeynkariya Îmaratên Erebî û Amerîkayê ve, nêzî 6 hezar dîl girtî di navbera Rûsya û Ûkraynayê de hatiye pevguhartin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh, hêzên Rûsî bi dron û mûşekan êrîşî bajarê Xarkîv ê bakur-rojhilatê Ukraynayê kir.

Di encama vê êrîşê de, herî kêm 7 kes ku di nav wan de 2 zarok hene, hatin kuştin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bal kişand li ser êrîşê û wiha anî ziman:

"Rûsyayê 480 dron û 29 mûşek avêtine îstasyon enerjiyê û binesaziya rêhesinî li seranserî welêt.

Rûsyayê dest ji hewildanên xwe yên ji bo wêrankirina binesaziya niştecîhan bernedaye.

Ji hevkarên xwe xwest ku dabînkirina parastina hewayî û çekan bidomînin."

Rayederên Ukraynî dan xuyakirin ku Rûsyayê êrîşî 4 îstasyonên trênê û binesaziya rêhesinê li navenda Ukrayna kiriye.

Di heman demê de, binesaziya bendergehê li herêma başûrê Odessa ya Ukraynayê hedef girtibû.

 

Di navbera Rûsya û Ukraynayê de 1000 dîlgirtî hatin berdan

 

Îmaratên Erebî serkeftina hewldanên navbeynkariya hevbeş ên nû bi Amerîkayê re di navbera Rûsyayê û Ukraynayê de ragihand.

Di encama vê serkeftinê de, di nav du rojan de 1000 dîl girtî hate berdan.

Bi vî awayî hejmara giştî ya girtiyên ku di navbera her du welatan de bi rêya van navbeynkariyan hatine guhertin gihîşt, 5 hezar û 955 girtiyan.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye