Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê Mazlûm Ebdî bi komîteya ku nûnertiya malbatên êsîran dike civiya.
Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku ji wî re hatiye gotin ku 1070 dîlgrtî hem leşker hem jî sivîl di zindanên Sûriyê de ne.
Mazlûm Ebdî tekez kir ku dosyaya girtiyan, di şopandin û çalakiyê de xwedî girîngiya herî bilind e û "di tu şert û mercan de nayê nîqaşkirin".
Ebdî anî ziman ku hewlên tund ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li gorî demek diyarkirî berdewam dikin.
Fermandarê Giştî yê QSD`ê destnîşan kir ku di çend rojên bê de, wê dîlgrtî werin berdan.
Her wiha bibîr xist ku di rojên dawî de hejmarek ji girtiyên ji her du aliyan beşek hatine berdan.
Mazlûm Ebdî diyar kir ku dosyaya girtîyan pabendbûnek bingehîn e di peymanê de û wiha lê zêde kir:"
"Serokê Sûriyê di dema îmzekirina peymanê de tekezî li ser vê pabendbûnê û girîngiya pêkanîna wê kiriye.
Di heman demê de bal kişandiye li ser berdewamiya plana berdana girtiyên di zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di çarçoveya bernameya spîkirina zindanan de."
Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê Mazlûm Ebdî behsa rola qehremaniya şervanên dîlgirtî kir:"
"Fedakarî û berxwedaniya wan di şeran de faktoreke sereke bû ji bo parastina gel."
Her wiha ji bo vegera wan di nava malbatên wan de ji avakirina siberojeke ewle de tekez kir.