Koçberên Serê Kaniyê li ber avahiya Parêzgeha Hesekê xwepêşandanek li dar xistin

Koçberên Serê Kaniyê li ber Avahiya Parêzgeha Hesekê kombûn û daxwaz kirin ku alîkariyên darayî yên ji bo vegerê hatine diyarkirin bêne zêdekirin. Koçberan diyar kir ku alîkariya ji bo wan hatiye veqetandin li gorî alîkariyên koçberên Efrînê pir kêm e û têrê nake ku ew malên xwe pê ava bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komek ji koçberên Serê Kaniyê li ber Avahiya Parêzgeha Hesekê daxuyaniyek dan û nêzîkatiya berpirsan a derbarê plana vegerê de rexne kirin. Rêveberiyê ji bo her malbatekê ku dixwaze vegere 1000 dolarê Amerîkî diyar kiriye, lê koçberan destnîşan kir ku ev pere di bin şert û mercên aborî yên giran de gelekî kêm e û ji ber rûxandina li herêmê, têrê nake ku ew xaniyên xwe ji nû ve ava bikin. Çalakgeran daxwaz kir ku alîkarî rasterast wekî pere radestî wan bibe, her weha nerazîbûneke mezin nîşanî cudahiya planên piştgiriyê dan û pirsîn ka çima alîkariyên wan ne wekî yên koçberên Efrînê dadperwer û wekhev in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye