Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xwendekarên ku dixwazin hînî ziman Kurdî bibin, ev demek e mazûvaniya wan dike.
Di bin banê şaredariyê de li gel zaraveyên Kurdî (Kurmancî, Soranî, Kirmanckî) perwerdeya zimanê Suryanî û Ermenî tên dayîn.
Xwendekarên ku ev demek e perwerdeyê dibînin, eleqeyeke mezin nîşanî kursên ziman didin.
Rêveberê Şaxê Parastina Ziman Tahîr Baykuşak di merasîmê de axivî û got ku ew armanc dikin bi şaredariyên pirçandî û pirzimanî xizmetê ji gel re bikin û kursên ziman jî yek ji parçeyên vê hêmanê ye.
Baykuşak her wiha anî ziman ku li bajarekî weke Amedê bi hezaran sal e jiyan û çandên cuda didomin û da zanîn ku pêdivî heye zimanên axaftî jî werin zindîkirin.
Bawernameyên ku hatibûn amadekirin, piştî guhdarkirina li muzîkê, bi merasîmekê li Mala Bîranînê ya Migirdîç Margosyan hatin dayîn.