Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, hemwextî sewqiyetên leşkerî yên çekdarên xwe li derdora herêmê, ji 3 rojan ve eletrîk li bajarê Dêr Hafir û gundewarê wê yên girêdayî kantona Tebqayê qut kiriye.
Stasyona eletrîkê ya li nêzî bajarê Sifîrê yê gundewarê rojhilatê Helebê ku dibin kontrola Hikûmeta Veguhêz deeletrîk dide Dêr Hafir û gundewarê wê. Qutkirina eletrîkê ji ser bajêr xizmetên bingehîn felc kirin.
Di êrişên çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û dewleta Tirk de firna Dêr Hafirê ya ku rojane 13 hezar û 500 tûrên nan ji zêdetirî 17 hezar malbatên bajêr û gundewarê re çêdike, navenda posteyê, navenda êm û malên welatiyan hatin hedefgirtin.
Êrîşên berdewam û qutkirina eletrîkê krîza mirovî ya li Dêr Hafir û gundewarê wê zêdetir dike. Bi van êrîşan gel ji nan, eletrîkê û xizmetguzariyên bingehîn mehrûm dibe.