Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, li 4 nvendan bi malbatên Kurd ên bênasname re hevdîtin hat kirin.
Komîteyên têkildar li navendan hevdîtin digel malbatên Kurd ên ku ji bo wergirtina hemwelatîbûnê xwe tomar kiribûn, dest pê kir.
Hevdîtin li Hesekê, Çilaxa û 2 jî li Qamişloyê bûn.
Yek ji navendên ku li Qamişloyê hatine vekirin, ji bo pêşwazîkirina serlêderên ji bajar û gundewarên Dêrikê hatiye veqetandin.
Qonaxa yekem a hevdîtinê ji nêzî 2 hezar û 892 malbatan û 10 hezar daxwaznameyên takekesî pêk tê.
Li gorî berpirsên navenda hevdîtinê, ev xebat li ser 3'ê xebatan pêk tê.
Berpirsan diyar kir ku pêşwazîkirina daxwaznameyan heta mehekê li pêşiya kesên ku berê xwe tomar nekirin, vekiriye û wiha lê zêde kir:
"Kesên ku nikarîbûn berê serlêdanê bikin û xwe tomar bikin, dikarin serî li avahiya Parêzgeha Hesekê bidin."
Serokê hikûmeta demkî yê Sûriyê 16’ê çileya îsal biryarnameya 13'an derxistibû.
Di biryarnameyê de mafê welatîbûnê ji bo Kurdên bênasname hat naskirin.
5'ê cotmeha sala 1962'yan ji bo parêzgeha Hesekê tenê rojek hatibû diyarkirin, da ku welatiyên Kurd xwe tomar bikin.
Ji ber vê yekê, gelek welatiyên Kurd nikarîbûn xwe tomar bikin û ne welatiyên Sûriyê bûn.
Li gorî belgeyan, hejmara kesên ku xwe tomar nekiribû, 500 hezarî derbas dike.