Li Mabata çeteyên Dewleta Tirk li 2 welatiyan xistin

Li navçeya Mabata ya Efrînê Çeteyên dewleta Tirk li 2 welatiyan xistin û peşê wan revandin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di roja şemiyê de Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku 3 çekdarên rûpêçayî berbanga sibeha  10’ê Cotmehê de li welatiyê bi navê Yûsif Yûsif  û Mihemed Şebo xistin û zêdeyî 20 serî pezên wan revandin. 

 

Hemû destdirêjkirin û diziyê ku li herêmê çêdibin bi destê çeteyên Dewleta Tirk pêk tê

 

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê derbarê buyerê diyar kir ku çekdaran bi qontaxa xwe li wan xistine,  paşî herdû revandin û  pezê wan jî dizîn,

 

Rêxistinê anî ziman ku  bûyerên revandin, destdirêjiyî û dizîyê li herêmên dagirkirî zêde bûne û ev kiryar jî bi destê çekdarê girêdayî Tirkiyê têne kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye