Komîteya Bilin a Hilbijartinê li welêt 777 navendên dengdanê ava kirin, ku 281,313 hilbijêr dengê xwe bidin.
Di hilbijartinan de namzetê ku ji sedî 50 zêdetir deng bigre wê bibe serokê nû yê Komara Tirkiyê a Bakurê Qibrisê (KKTC).
Ger di hilbijartinan de kes vê rêjeyê bi dest nexe, hilbijartin wê derbasî qonaxa duyemîn bibe.
Dengdan heta saet 18:00'an dewam kir.
Heta niha derbarê encama hilbijartinê de tu agahî nehatiye dayîn.