Xwendekarên Zanîngeha Siweydayê ya li başûrê Sûriyeyê roja Yekşemê li ber Fakulteya Perwerdehiyê ya bajêr xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza lidarxistina ezmûnên duyemîn a awarte kirin.
Beşdaran bang li rayedarên têkildar ên li Wezareta Xwendina Bilind û Zanîngeha Şamê kirin ku ji bo pirsgirêka wan çareserîyê bibînin.
Rêveberê Beşê Navxwe yê Zanîngeha Şamê Îmadedîn El-Eyûbî têkildarî mijarê ji SANA'yê got: "Xwendekarên li fakulteyên Zanîngeha Şamê tomarkirî ne û dixwazin beşdarî ezmûnên dewreya temamker a sala xwendinê ya 2024-2025 bibin, cihê rûniştinê yê demkî hatîye dabînkirin.
Biryar e ku ezmûnên dewreya temamker (tekmîlî) ji bo xwendekarên salên dawî li zanîngehên hikûmî wê di 12.10.2025an dest pê bikin û heta 23.10.2025an de berdewam bikin."