Îlham Ehmed bi sekreterê giştî yê Hevbendiya Niştîmanî ya Demokrat re civiya

Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Helebê bi Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Niştîmanî ya Demokrat a Sûriyê Ehmed Erec re civiya. Aliyan rêbazên xurtkirina tevkariya niştîmanî, dosyaya mafên çandî û girîngiya fermîkirina wan di destûrê de gotûbêj kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ev çend roj in li ser hev, Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Helebê ye.

Piştî serdana xelkê Efrînê, duh Îlham Ehmed li Helebê serdana Hevbendiya Niştîmanî ya Demokrat a Sûriyê kir.

Îlhahm Ehmed ji aliyê Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Niştîmanî ya Demokrat a Sûriyê Ehmed Erec ve hat pêşwazîkirin.

Hevbendiya Niştîmanî ya Demokrat a Sûriyê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek weşand û wiha hat gotin:

Aliyan di hevdîtinê de rêbazên xurtkirina tevkariya niştîmanî, mekanîzmeya entegrasyonê û avakirina lihevhatinan di nava hêzên siyasî de nîqaşkirin.

Dosyaya mafên çandî û girîngiya fermîkirina wan di destûrê de mijareke sereke ya hevdîtinê bû.

Girîngiya xebata siyasî ya aştiyane jî weke dergehekî bingehîn ji bo aramî û sepandina maf û azadiyan hate destnîşankirin.

Aliyan li ser girîngiya diyaloga di navbera hêzên niştîmanî de û xurtkirina lihevkirinan nîqaş kirin,

ku ev yek piştgiriyê bide çareseriya siyasî, avakirina dewleta hemwelatîbûna wekhev û serweriya qanûnî.

Ehmed Erec serdana Îlham Ehmed weke gaveke girîng ji bo bipêşxistina peywendî û diyaloga di navbera hêzên siyasî yên Sûriyê de destnîşan kir.

Ehmed Erec anî ziman ku divê hevgirtina civakî di çarçoveya projeyeke niştîmanî ya giştî de were xurtkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24