Der barê encamên topbaranê de heya niha ti agahî nehatiye eşkerekirin.
Li gorî ajansa Hawarê ku xwe dispêre çavkaniyên herêmî, di van rojên dawî de liv û tegera hêzên Îsraîlê li xeta başûrê Sûriyê zêde bûye.
Heman çavkaniyê eşkere kir ku vê sibehê komek ji hêzeke Îsraîlê derbasî gundê Terneca yê bakurê Quneytîrayê bûye.
Di encamê de, bi ser malan de girtin û lêgerîn pêk anîn.
Tevî axaftinên herî dawî yên Wezîrê Karên Derve yên Sûriyê Esed Şeybanî ku bang li rayedarên Îsraîlê kir ku peymanek bê avakirin, bibe sedema vekişîna Îsraîlê ji axa Sûriyê.
Lê li gel vê jî liv û tevgera Îsraîlê ya li ser axa Sûriyê berdewam dike.