Parêzgarê Hesekê: Divê bilez beşên zimhêrê werin avakirin û aktîvkirin

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi Gerînendeyê Bazirganiya Navxweyî û Parastina Xerîdanan Dr. Şewqî Mihemed re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bernameya “Nanê Baştir” a ku ji aliyê Gerînendetiya Bazirganiya Navxweyî û Parastina Xerîdaran ve hatiye destpêkirin nirxand.

Li pêşkêşiyeke wî ya der barê pêkhatên bernameya “Nanê Baştir” de guhdarî kir. Ev bername têkildarî ji nû ve avakirin, başkirina binesazî û bilindkirina karîgeriya xebitandinê ye û di pêşxistina proseya hilberînê û bidestxistina nanê bi kalîteya bilindtir de dibe alîkar.

Parêzgar piştgiriya xwe ji bo bernameyê û pêwîstiya berdewama hewldanên ji bo başkirina kalîteya nan û bilindkirina asta xizmetên ku ji welatiyan re têne peydakirin nîşan da.

Her wiha Parêzgar diyar kir ku divê di demeke bilez de beşên zimhêrê werin avakirin û aktîvkirin da ku bazar werin kontrolkirin, çavdêrî Ii tevgera berhem û kel û pelan were xurtkirin û di parastina mafên xerîdaran û başkirina rewşa zimhêrê ya li parêzgehê de bibe alîkar.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye