Keştiyeke penaberan li beravên Cîbûtiyê binav bû: 109 kes mirin

Keştiyeke penaberan ku ji Cîbûtî ber bi Yemenê ve diçû, binav bû û di encamê de heta niha 109 kes mirine.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Rêxistina Navdewletî ya Penaberiyê îro ragihand, di bûyerê de heta niha, di nav de 15 zarok, 109 kes mirine û 116 kes jî winda ne.

Rêxistinê diyar kir, keştiyê nêzî 350 kes hildigirtin û şeva 8-9'ê cotmehê li nêzî bajarekî beravî yê Cîbûtiyê binav bûye.

Li gorî rapora rêxistinê, 80 penaberên keştiyê hatin rizgarkirin û hemû jî welatiyên Etyopyayê ne.

Hikumeta Etyopyayê heta niha der barê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye